Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Destpêk 3:14 - Kurmanji Încîl

14 Li ser vê yekê Xwedê Xudan ji marî re got: “Ji ber ku te ev yek kir, Wê di nava hemû heywanên kedî û kovî de, Yê herî bi nalet tu bî. Tê li ser zikê xwe bişêlî, Di hemû rojên jiyana xwe de axê bixwî.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Destpêk 3:14
10 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Di nav hemû heywanên kovî yên Xwedê Xudan çêkiribûn de yê herî jîr mar bû. Marî ji jinê re got: “Ma bi rastî jî Xwedê got: ‘Divê hûn ji tu dareke bexçeyê nexwin’?”


Niha tu ji aliyê axê ve bûyî naletî. Ew axa ku devê xwe vekir û xwîna birayê te ji destê te qebûl kir.


“Mirovê ku xwîna mirovan birijîne, Wê bi destê mirovan xwîna wî bê rijandin. Çimkî Xwedê mirov di sûretê xwe de çêkirin.


Gelê çolê li pêş wî here ser çokan, Dijminên wî axê bialêsin.


Tê bêyî nizimkirin Û ji erdê bipeyivî. Wê ji nav tozê gotina te were. Wê dengê te wek dengê miriyan ji erdê were, Wê gotina te bibe pistepist Û ji nav axê derkeve.


Wê mî û gur bi hev re biçêrin. Wê şêr wekî dewêr kayê bixwe Û xwarina mar ax be. Wê li çiyayê min ê pîroz kesek xera û helak neke” dibêje Xudan.


“‘Hûnê heywanê qirêj ji heywanê paqij û çivîka qirêj ji çivîka paqij veqetînin. Hûnê xwe bi heywanan, bi çivîkan an bi afirîdên bi erdê ve dişêlin ve kirêt nekin ku min ji bo we qirêj dihesibîne.


Wekî mar û heywanên li erdê dişêlin wê axê bialêsin. Wê bilerizin, ji asêgehên xwe derkevin Û li ber Xwedayê me Xudan bikevin sawê. Wê ji te bitirsin.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ