7 Çaxê mirovên wê derê li ser jina wî jê pirsîn, wî got: “Ew xwişka min e.” Ew ditirsiya ku bêje: “Jina min e.” Wî ji xwe re got: “Mirovên herêmê dikarin ji ber Rebeqayê min bikujin, çimkî ew delal e.”
Îshaq demeke dirêj li wê derê ma. Rojekê, gava Padîşahê Filîstiyan Avîmelek di pencereyê re li derve nêrî, dît ku Îshaq bi jina xwe Rebeqayê re dikene û şa dibe.