6 Îbrahîm êzingên ji bo qurbana şewitandinê li milê kurê xwe Îshaq kir, wî jî rahişt êgir û kêrê. Herdu bi hev re meşiyan.
Wî ji xulamên xwe re got: “Hûn li vir li ba kerê bimînin. Ez û kurik emê herin dera hanê biperizin û werin.”
Paşê Êlyas jê re got: “Tu li vir bimîne. Xudan ez şandim ber Çemê Şerîayê.” Lê Êlîşa got: “Bi navê Xudanê Jîndar û ji bo xatirê canê te, ez te bernadim.” Bi vî awayî herduyan riya xwe domandin.
Me hemûyan wekî pêz riya xwe şaş kir, Her yekî ji me ber bi riya xwe ve çû. Lê Xudan sûcê me hemûyan xist stûyê wî.
Ev çêbû, da ku ew peyva ku bi devê Îşaya pêxember hatibû gotin, bê cih: «Wî êşên me kişandin Û nexweşiyên me hildan ser xwe.»
Îsa bi xwe xaça xwe hilgirt û derket wî cihê ku jê re «Cihê Qoqê Serî» – bi Îbranî «Golgota» – digotin.
Wî li ser xaçê, gunehên me di bedena xwe de hilgirtin, da ku em li hember gunehan mirî bin û ji bo rastdariyê bijîn. We bi birînên wî şîfa dît.