5 Wî ji xulamên xwe re got: “Hûn li vir li ba kerê bimînin. Ez û kurik emê herin dera hanê biperizin û werin.”
Piştre Îbrahîm vegeriya ba xulamên xwe û ew bi hev re çûn Beêr-Şevayê. Îbrahîm li Beêr-Şevayê ma.
Di roja sisêyan de Îbrahîm serê xwe rakir û ew dera ku diçûyê ji dûr ve dît.
Îbrahîm êzingên ji bo qurbana şewitandinê li milê kurê xwe Îshaq kir, wî jî rahişt êgir û kêrê. Herdu bi hev re meşiyan.
Mûsa ji rîspiyan re got: “Heta ku em bi şûn de hatin, hûn li vir li benda me bin. Harûn û Hûr li ba we ne, meseleyek hebe herin ba wan.”
Birahîm fikirî ku Xwedê dikare ji nav miriyan jî rake û wî bi awayekî mînakî wek ku Îshaq ji nav miriyan bistîne, ew bi şûn ve stand.
Îcar li gor ku ewrekî evqas mezin ê şahidan hawirdora me girtiye, em jî her giraniyê û gunehê ku bi hêsanî xwe li me dipêçe ji ser xwe bavêjin, bi bîhna fireh wê hevbezîna ku li ber me ye, bibezin.