Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Destpêk 22:3 - Kurmanji Încîl

3 Îbrahîm serê sibê zû rabû, kerê xwe kurtan kir, bi du xulam û Îshaqê kurê xwe re da rê. Wî ji bo qurbana şewitandinê êzing birîn û çû cihê ku Xwedê jê re gotibû.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Destpêk 22:3
16 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Îbrahîm hema wê rojê, kurê xwe Îsmaîl û hemû kur û kesên nêr ku li mala wî çêbûbûn an hatibûn kirîn, hemû kur û kesên nêr ên li mala xwe çawa ku Xwedê gotibû sinet kirin.


Îbrahîm serê sibê zû rabû, hinek nan û meşkek av hilda, danî ser milê Hacerê û kurik pê re, ew şand. Hacer çû û demekê li Deşta Beêr-Şevayê geriya.


Bi ziriyeta te, wê hemû miletên dinyayê bên pîrozkirin. Çimkî te bi gotina dengê min kir.’”


Xwedê got: “Kurê xwe yê yekta Îshaqê jê hez dikî bibe herêma Moriyayê. Li wir, li serê çiyayekî ku ezê ji te re bêjim, bike qurbana şewitandinê.”


Di roja sisêyan de Îbrahîm serê xwe rakir û ew dera ku diçûyê ji dûr ve dît.


Ji bo ku ez emrên te bigirim, Min lezand û ez derengî nemam.


Ji bo xebatê her çi bi destê te bikeve, tu bi hemû hêza xwe wê bike. Çimkî li diyarê miriyan ê ku tu diçî kar û şêwir, zanabûn û şehrezayî tuneye.


«Yê ku dê an bavê xwe ji min bêtir hez dike, ne hêjayî min e. Yê ku kur an keça xwe ji min bêtir hez dike jî, ne hêjayî min e.


«Eger yek bê ba min û ji dê û bavê xwe, ji jin û zarok, xwişk û birayên xwe, erê, heta ji jiyana xwe bi xwe nefret neke, ew nikare bibe şagirtê min.


Û çaxê li wî xweş hat ku Kurê xwe ji min re eşkere bike, da ku ez di nav miletên din de wî bidim bihîstin, ez bi xwîn û goşt neşêwirîm


Bi baweriyê, gava ku Birahîm hat gazîkirin, da ku here wî cihê ku wê bi mîrasî bistanda, wî li gor peyva Xwedê kir û bêyî ku bizane wê here ku derê, ket rê.


Yêşû serê sibê zû rabû, bi tevahiya gelê Îsraêl re ji Şîttîmê derket û hat ber Çemê Şerîayê. Wan pêşî çem derbas kir û wê şevê li wir man.


Yêşû serê sibê zû rabû, gel da hev. Wî û rîspî da pêşiya gel û berê xwe da bajarê Ayê.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ