9 Avîmelek gazî Îbrahîm kir û jê re got: “Te çi bi me kir? Min çi neheqî bi te kir ku te ev gunehê mezin anî serê min û padîşahiya min. Te tiştê nebûyî bi min kir.”
Di vê navberê de kurên Aqûb ji çolê vedigeriyan. Gava wan ev yek bihîst, gelek dilêş û hêrs bûn. Çimkî Şexem bi keça Aqûb re razabû û li welatê Îsraêl kirêtî kiribû. Divê ev yek qet nehata kirin.
Di vê malê de kes ji min mezintir tuneye. Ji bilî te, malxweyê min tu tiştek ji min texsîr nake. Çimkî tu jina wî yî. Ez çawa dikarim xerabiyeke wiha bikim û li dijî Xwedê guneh bikim?”
Yêşû got: “Te çima em xistin tengasiyê? Wê Xudan jî îro te bixe tengasiyê.” Piştre hemû gelê Îsraêl Exan da ber keviran. Wan her tiştên wî dan ber keviran û şewitandin.