Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Destpêk 2:5 - Kurmanji Încîl

5 hê li erdê tu şitlekî çolê tunebû û tu giyayekî çolê şîn nebûbû. Çimkî Xwedê Xudan hê baran bi ser erdê ve nebarandibû û mirovê erdê bajo jî tunebû.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Destpêk 2:5
15 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Lê ji erdê hilm radibû û av dida tevahiya rûyê erdê.


Bi vî awayî Xwedê Xudan Adem ji Bexçeyê Êdenê derxist ku erdê jê hatibû çêkirin, bajo.


Axa ku tu dajoyî, wê ji niha û pêve ber nede te. Tê li ser rûyê erdê bibî bêwar û eware.”


Wê piştre birayê wî Habîl anî dinyayê. Habîl bû şivanê pêz, Qayîn bû cotkar.


Ew baranê dide rûyê erdê Û avê bi ser zeviyan ve dişîne.


Tu ji bo heywanan giya, Sebzên ku bi kêrî mirov tên digihînî; Da ku mirov nanê xwe ji erdê hilînin,


Ew ji çaraliyên erdê ewran bilind dike, Ji bo baranê birûskan çêdike, Ji embarên xwe bayê radike.


Wî bi hêza xwe erd afirand, Bi şehrezayiya xwe dinya danî Û bi fêmdariya xwe ezman tikand.


Gava ew dengê xwe dike, Li ezmanan av dixuşe Û ew ji binê dinyayê jî ewran bilind dike. Ew ji bo baranê brûskan çêdike, Ji embarên xwe bayê dertîne.


Ma pûtekî miletan bikaribe baranê bibarîne heye? Ma ezman dikarin ji ber xwe, taviyê bibarînin? Ya Xwedayê me Xudan! Ma tu ne ew î? Hêviya me tu yî, çimkî te ev hemû tişt kirin.


da ku hûn bibin zarokên Bavê xwe yê li ezmanan. Çimkî ew tava xwe hem li ser xeraban û hem jî li ser qencan dertîne û barana xwe bi ser rast û nerastan de dibarîne.


Çimkî axa ku gelek caran baran li ser dibare û têr dibe û ji bo kê were çandin berên bi kêr dide, ji aliyê Xwedê ve tê bereketkirin.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ