3 Xwedê roja heftan pîroz û bereket kir. Wekî rojeke pîroz kifş kir. Çimkî Xwedê di wê rojê de ji hemû afirandinên xwe, bêhna xwe veda.
Xwedê her tiştê çêkiribû dît ku qenc e. Bû êvar û sibe, ev roja şeşan bû.
Xwedê di roja heftan de karê xwe bir serî. Wî di roja heftan de ji hemû karên xwe bêhna xwe veda.
Serpêhatiya afirandina erd û ezmanan ev e: Gava Xwedê Xudan erd û ezman afirandin,
Te agahiya Roja Septê, roja xwe ya pîroz da wan. Te bi riya xulamê xwe Mûsa ji bo wan emir, qanûn û şerîetek danî.
“Tê şeş rojan karê xwe bikî lê roja heftan bêhna xwe vedî. Bi vî awayî wê ga û kerên we bêhna xwe vedin û kurên koleya te û xerîb xwe rihet bikin.
“Tê şeş rojan bixebitî, lê di roja heftan de bêhna xwe vedî. Tê di dema çandin û çinînê de jî bêhna xwe vedî.
Bereketa Xudan dewlemend dike, Ew kederê lê zêde nake.
“‘Hûnê şeş rojan bixebitin. Lê roja heftan Sept e, roja bêhnvedanê û civîna pîroz e. Hûnê tu karekî nekin. Li hemû derên ku hûn dijîn, ev ji Xudan re Sept e.
Hingê Îsa ji wan re got: «Roja Şemiyê ji bo mirovan hat danîn, ne ku mirov ji bo roja Şemiyê!
Hingê ew vegeriyan, wan rûn û giyayên bîhnxweş amade kirin. Û roja Şemiyê li gor Şerîetê tu kar nekirin û bîhna xwe vedan.