23 Li ser vê yekê Adem got: “Niha ev hestî ji hestiyê min, Goşt ji goştê min e. Wê jê re ‘Jin’ bê gotin, Çimkî ew ji mêr hate hildan.”
Lavan jê re got: “Bi rastî tu xwîn û goştê min î.” Piştî ku Aqûb mehekê li ba wî ma,
“Ji Emasa re jî bêjin: ‘Tu xwîn û goştê min î! Heke niha ez te li cihê Yoav nekim fermandar, bila Xwedê min wekî wî, jê jî xerabtir bike!’”
Hemû eşîrên Îsraêl çûn Hevronê û hatin ba Dawid. Wan jê re got: “Em xwîn û goştê te ne.
“Ji hemû mêrên Şexemê re bêjin: ‘Ji bo we kîjan çêtir e? Ma hûn dixwazin heftê kurên Yerûbbaal serweriya we bikin, an tenê kesek serweriya we bike?’ Bi ser de bibîr bînin ku ez ji xwîn û goştê we me.”