22 Xwedê Xudan ji wî parsûyê ku ji bedena Adem derxistibû, jinekê çêkir û anî ba wî.
Xwedê Xudan tevahiya heywanên erdê û teyrên ezmanan ji axê çêkir. Wî hemû anîn ba Adem ku bibîne, wê çi navî li wan bike. Adem bi çi navî bangî afirîdên jîndar kir, ew bû navê wan.
Eger Xudan malê çêneke, Avakar beredayî dixebitin. Eger Xudan bajêr neparêze, Notirvan beredayî hişyar dimîne.
Kesê jinekê dibîne, qenciyê dibîne, Çimkî Xudan jê razî ye.
Mal û milk ji mîrasa bavan e, Lê jina serwext diyariya Xudan e.
Çimkî pêşî Adem hat afirandin û paşê Hawa.
Bila her kes bi hurmet li zewacê binêre û bila nivîna zewacê bêleke be. Çimkî Xwedê wê dîwana fuhûşkar û zînakaran bike.