11 Navê çemê pêşî Pîşon e. Ew ber bi seranserê welatê Hawîlayê ve diherike ku li wir zêr heye.
Ofîr, Hawîla û Yovav bû. Ev hemû ji ziriyeta Yoqtan bûn.
Kurên Kûş: Seva, Hawîla, Savta, Raema û Savtexa. Kurên Raema: Şeva û Dedan.
Zêrê vî welatî qenc e û li vir benîştê daran û onîks jî hene.
Navê çemê diduyan Gîhon e ku ber bi seranserê welatê Kûşê ve diherike.
Kurên Îsmaîl ber bi Aşûrê ve ji Hawîlayê heta Şûra nêzîkî sînorê Misrê bi cih bûn. Ew li rojhilatê cihê malên hemû birayên xwe bi cih bûn.
Bi rastî zîv li kana madenê, Cihê safîkirina zêr jî heye.
Efrayîm dora min bi derewan, Mala Îsraêl bi hîleyê pêçaye. Cihûda hê jî serhildêr e, Li dijî Yê Pîroz e.
Şawûl ji Hawîlayê heta bigihîje Şûra li pêş Misrê li Emalêqiyan xist.