9 Wan got: “Xwe ji ser riya me bide alî. Ew wekî xerîb hat û dixwaze xwe bike desthilatdar?! Emê te ji wan xerabtir bikin.” Lût daf dan û ji bo ku derî bişikênin, pêş ve hatin.
Zilam jê re got: “Kê tu li ser serê me kirî serek û dadger? Wekî ku te yê Misrî kuşt, tu dixwazî min jî bikujî?” Mûsa tirsiya û di dilê xwe de got: “Êdî ev tişt kifş bûye.”
Xerabiya her tiştê ku li ser rûyê erdê tê kirin ev e: Heman tişt tê serê hemûyan. Herwiha di dema ku dijîn de, dilê mirovan bi xerabî û dînîtiyê tije ye. Piştre ew tevî miriyan dibin.
Ji ber kirêtiyên xwe, şermezar bûn? Lê wan qet şerm nekir. Ew nizanin rûsorbûn çi ye. Loma jî wê di nav ketiyan de bin, Gava ez wan ceza bikim, wê biterpilin” dibêje Xudan.
Ji ber kirêtiyên xwe, şermezar bûn? Lê wan qet şerm nekir. Ew nizanin rûsorbûn çi ye, Loma jî wê di nav ketiyan de bin, Gava hatin cezakirin, wê biterpilin’” dibêje Xudan.
Lê gava pêşkêşkarê qurbanê bigota: “Pêşî divê bez bê şewitandin, paşê çiqas goşt dixwazî hilde” wê xizmetkar bigota: “Na, tê vêga bidî, yan na ezê bi zorê hildim.”
Niha tê çi bikî baş bifikire. Ji ber ku amadekarî dikin ku xerabiyan li xweyê me û tevahiya malbata wî bikin. Xweyê me jî ewqas cirnexweş e ku kesek nikare jê re tiştekî bêje.”