3 Ev her pênc padîşah li Deşta Siddîmê ku niha Gola Xwê ye gihîştin hev.
Sînorê Kenaniyan ji Saydayê heta Gerara û Xezayê û ji wê jî heta Sodom û Gomora, Adma û ber bi Sevoyîmê ve heta Laşayê fireh bû.
Deşta Siddîmê bi çalên ziftê tije bû. Gava reviyan, hinek padîşahên Sodom û Gomorayê ketin van çalan. Kesên din jî reviyan herêma çiyayî.
Ev padîşah duwanzdeh salan xulamiya Kedorlaomer kiribû, lê di sala sêzdehan de li dijî wî serî hildabûn.
Li ser vê yekê padîşahên Sodom, Gomora, Adma, Sevoyîm û Belayê –ku Soar e– bi rê ketin û van her pênc padîşahan,
Xudan ji ezmanan bi ser Sodom û Gomorayê ve kukurda bi êgir barand.
Axa bi ber û adan, Ji rûyê xerabên li ser rûniştî dike çol.
Wê sînor dakeve Çemê Şerîayê û bigihîje keviyên Gola Xwê. “‘Wê sînorên welatê we ji her alî ve wiha be.’”
Li Eravayê jî sînor Çemê Şerîayê bû. Ev der ji Gola Kînneretê heta Gola Eravayê –Gola Xwê– ji aliyê rojhilat heta palên Çiyayê Pîsgayê hildikişiya.
ava ji jor ve diherikî sekinî, ji dûr ve li bajarê Adamê, nêzîkî Saretanê li cihekî kom bû. Ava ku diherikî Gola Eravayê –Gola Xwê– bi tevahî hat birîn. Gel ji pêşberî Erîhayê çem derbas kir.