Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Destpêk 13:9 - Kurmanji Încîl

9 Ma tevahiya welêt ne li pêş te ye? Were em ji hev veqetin. Heke tu herî aliyê çepê, ezê herim aliyê rastê. Heke tu herî aliyê rastê, ezê herim aliyê çepê.”

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Destpêk 13:9
11 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Lût serê xwe rakir û dît ku tevahiya Deşta Şerîayê heta Soarê avî ye, wekî Bexçeyê Xudan û welatê Misrê ye. Beriya ku Xudan Sodom û Gomorayê wêran bike, deşt wiha bû.


Avram ji Lût re got: “Bila di navbera min û te û di navbera şivanên min û şivanên te de pevçûn çênebe. Çimkî em bira ne.


Avîmelek got: “Va ye welatê min li ber te ye. Cihê li ber çavê te xweş e, lê bimîne.”


Hûn dikarin di nav me de bijîn, welat li ber we ye. Tê de rûnin, bazirganiyê bikin û bibin xweyî mal û milk.”


Ez alîgirê aştiyê me, Belê gava ku dest bi gotinê dikim, Ew radibin şer!


Va ye, niha îro ez zincîrên destê te vedikim. Heke bi min re hatina Babîlê di çavê te qenc be, kerem bike were. Ezê baş li te binêrim. Heke bi min re hatina Babîlê di çavê te de ne qenc be, neyê. Va ye tevahiya welêt li ber te ye. Çûna ku derê li ber çavê te baş û rast be, here wir.


Eger bibe, heta ku ji destê we bê, bi hemû mirovan re di aştiyê de bin.


Ya rast ji xwe li hember hevdû dozvekirina we, ji bo we bi tevahî binketin e. Ma ne çêtir e ku neheqî li we bê kirin? Ma ne çêtir e ku malê we bê xwarin?


Bikevin pey wê yeka ku hûn bi hemûyan re di aştiyê de bin û li pey jiyana pîroz a ku bê wê tu kes Xudan nabîne, herin.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ