Ji ber vê yekê ji bajêr re “Babîl” hat gotin. Çimkî Xudan li wir zimanên hemû mirovan tevlihev kirin. Ji wir ew bi ser tevahiya rûyê erdê ve belav kirin.
Bila nalet bê li hêrsa wan, Çimkî hovîtî bû kirina wan. Bila nalet bê li xezeba wan, Çimkî xedar e karê wan. Ezê wan di nav gelê Aqûb de ji hev dûr bikim, Li nav gelê Îsraêl belav bikim.