12 Erdê, giya û şînahiyên li gorî cureyên xwe ber didin û darên wiha gihandin ku berê wan di fêkiyê wan de ne. Xwedê dît ku ev qenc e.
Xwedê got: “Bila li erdê giya û şînahiyên bi dar û ber çêbin û li gorî cureyên xwe ber û fêkî bidin.” Wisa jî bû.
Bû êvar û sibe, ev roja sisêyan bû.
Tu ji bo heywanan giya, Sebzên ku bi kêrî mirov tên digihînî; Da ku mirov nanê xwe ji erdê hilînin,
Çawa ax şaxên xwe dide Û bexçe tovê lê hatiye reşandin dertîne, Wê Reb Xudan jî li ber hemû miletan, Rastî û pesindanê wisa derîne.
Erd ji ber xwe ber dide; pêşî zîl dide, piştre diseride, paşê jî liba gihîştî di simbil de dide.
Her dar ji berê xwe tê naskirin; tu kes ji stiriyan hêjîran nade hev û ne jî ji diriyê tirî diçine.
Yê ku ji cotkar re tov û ji bo xwarinê nên peyda dike, wê tovê ku hûn jî diçînin peyda bike û zêde bike û wê berê rastdariya we mezin bike.
Neyên xapandin! Tinaz bi Xwedê nayê kirin. Çimkî, mirov çi biçîne, wê wî bidirû.
Çimkî axa ku gelek caran baran li ser dibare û têr dibe û ji bo kê were çandin berên bi kêr dide, ji aliyê Xwedê ve tê bereketkirin.