10 Xwedê navê bejahiyê “Erd” û navê ava civiyayî “Derya” danî. Xwedê dît ku ev qenc e.
Xwedê dît ku ronahî qenc e û wî ronahî ji tariyê veqetand.
Bila rewnaqiya Xudan her û her bajo! Bila Xudan bi karên xwe şa be!
Ew ku, wî erd û ezman, Derya û hemû tiştên tê de afirand, Ew hergav sozên xwe digire.
Ew avên deryayê li hev dicivîne, Avên kûr di sarincan de bi ser hev tîne.
Derya ya wî ye, çimkî wî afirandiye, Erd jî bi destê wî çêbûye.
Ûnis ji wan re got: “Ez Îbranî me, ez diperizim Xudan, Xwedayê Ezmanan ê ku bejahî û derya afirandiye.”
Ew zinar e, karê wî kamil e, Hemû riyên wî adil in. Ew Xwedayê dilsoziyê ye, neheqiyê nake, Ew rast û dirust e.