31 Xudan daxwaza Mûsa pêk anî, kermozan ji Firewn, ji karmendên wî û ji gelê wî dûr xist. Yek jî nema.
Hemû ji rê derketin, Bi hev re bûn mirdar. Kesî qencîker tune, Tenê yek nîne.
Heke tu nekî, ezê kermozan bişînim ser te, karmendên te, gelê te û nav malên te. Wê malên Misriyan û axa li ser dijîn bi kermozan tije bibin.
Mûsa ji ba Firewn rabû. Wî ji Xudan lava kir.
Lê dilê Firewn dîsa hişk bû û gel berneda.
Kerem li xeraban bê kirin jî, Rastiyê hîn nabin. Ew li diyarê heqiyê neheqiyê dikin, Heşmeta Xudan nabînin.