22 “‘Lê wê rojê ezê herêma Goşenê cuda bikim. Çimkî gelê min li wir rûdine. Wê li wir kermoz tunebin. Bi vî awayî tê bizanibî ku li vî welatî Xudan ez im.
Wê gavê hûnê bêjin: ‘Em xulamên te, ji zarokatiya xwe ve, wekî bav û kalan xweyî pez in.’ Wê ji we re destûr bê dayîn ku hûn li herêma Goşenê bi cih bibin. Çimkî şivantî li ba Misriyan kirêt e.”
Xwîna li ser xaniyên we, wê ji bo we bibe nîşan. Gava ez xwînê bibînim ezê di ser we re derbas bibim. Gava ez ji bo helakirinê li welatê Misrê bixim, wê tu bela neyê serê we.
Li ser vê yekê heke hûn bi baldarî guh bidin dengê min û bi peymana min ve girêdayî bimînin, hûnê di nav hemû gelan de bibin milkê min bi xwe. Çimkî tevahiya dinyayê ya min e.
Çimkî Xudan erd û ezman, derya û hemû tiştên di wan de, di şeş rojan de çêkirin û di roja heftan de bêhna xwe veda. Loma Xudan Roja Septê pîroz û bereket kir û wekî rojeke pîroz nîşan kir.
Mûsa jê re got: “Gava ez ji bajêr derkevim, ezê destê xwe dirêjî Xudan bikim. Wê êdî brûsk lê nexe û zîpik jî nebare. Bi vî awayî tê bizanibî ku dinya, dinyaya Xudan e.