Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Derketin 8:20 - Kurmanji Încîl

20 Xudan ji Mûsa re got: “Serê sibê zû rabe, li ber Firewn bisekine. Çaxê ew diçe ber avê, jê re bêje: ‘Xudan wiha dibêje: Gelê min berde ku xulamiya min bike.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Derketin 8:20
11 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Bi fermana Xudan, derketin keriyên mêşan, Li seranserê welat kermêş belav bûn.


Mêşên ku wî şand nav wan, xwarin canê wan, Wî şand beqan, beqan welat qedand.


Keça Firewn, ji bo ku xwe bişo çû ber çêm. Xizmetkarên wê jî li ber çêm digeriyan. Çaxê wê di nav zilan de selik dît, xizmetkara xwe şand ku here bîne.


“Wê rîspiyên gelê Îsraêl guhdariya dengê te bikin û hûnê bi hev re herin ba Padîşahê Misrê û bêjin: ‘Xwedayê Îbraniyan Xudan rastî me hat. Niha destûr bide me, ji bo ku em ji Xwedayê xwe Xudan re qurban serjê bikin, em sê rojan di beriyê de rêve herin.’


Min ji te re got kurê min berde ku xulamiya min bike. Lê te nekir. Li ser vê yekê ezê kurê te yê pêşî bikujim.’”


Piştre Mûsa û Harûn çûn ba Firewn. Wan jê re got: “Xwedayê Îsraêl Xudan wiha dibêje: ‘Gelê min berde. Bila li beriyê ji min re cejnê bike.’”


Wan got: “Xwedayê Îbraniyan li me xuya bû. Em ji te lava dikin, bihêle sê rojan em di beriyê re herin û ji Xwedayê xwe Xudan re qurbanan serjê bikin. Nexwe wê me bi şûr an kulê ceza bike.”


Serê sibê here ba Firewn. Gava ew diçe Nîlê, tu li keviya çem li benda wî bisekine. Gopalê ku bûbû mar jî bila di destê te de be.


Xudan ji Mûsa re got: “Here ba Firewn û jê re bêje: ‘Xudan wiha dibêje: Gelê min berde ku ew xulamiya min bike.


Heke tu nekî, ezê kermozan bişînim ser te, karmendên te, gelê te û nav malên te. Wê malên Misriyan û axa li ser dijîn bi kermozan tije bibin.


Xudan ji Mûsa re got: “Serê sibê zû rabe, li ber Firewn bisekine û jê re bêje: ‘Xwedayê Îbraniyan Xudan wiha dibêje: Gelê min berde ku xulamiya min bike.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ