Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Derketin 6:9 - Kurmanji Încîl

9 Mûsa ev ji gelê Îsraêl re got, lê ji ber ku hêviyên wan şikestibûn û di bin koletiyeke giran de bûn guh nedanê.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Derketin 6:9
9 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

“Gelo giliyê min ji mirovan re ye? Çima ez bêsebir nebim?


Wan bi karên giran ên xerc û kelpîçan û hemû karên cotkarî, jiyan li wan kirin jehr. Di hemû karên xwe de bi darê zorê ew dan xebatê.


Li Misrê me ji te re got: ‘Dev ji me berde! Em ji Misriyan re xulamiyê bikin.’ Di şûna ku emê li beriyê bimirin, xulamtiya ji Misriyan re ji me re çêtir e.”


Gelek sal derbas bûn. Wext hat ku Padîşahê Misrê mir. Gelê Îsraêl hê jî di bin koletiyê de dinaliya û dikir hewar. Dem hat hewara wan gihîşt Xwedê.


Ji wan re got: “Bila Xudan a ku we kir bibîne û ceza bike! We em di çavê Firewn û peywirdarên wî de rezîl kirin. Ji bo ku me bikujin, we şûrek da destê wan.”


Kesên xerab li ber qencan ditewin, Belê, xerab li ber dergehên rastan xwe ditewînin.


Ruhê mirovan di nexweşiyê de sebir dike, Kî dikare ruhê birîndar ragire?


Ji bo ku ji dorhêla welatê Edomê derbas bin, gelê Îsraêl ji Çiyayê Horê bi riya Derya Sor bi rê ket. Lê di rê de sebra wan nema.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ