30 Lê Mûsa li hizûra Xudan wiha got: “Ji xwe ez mirovekî bêzar û ziman im, wê Firewn çawa guh bide min?”
Mûsa li Xudan vegerand û got: “Lê ku ji min bawer nekin? Guhdariya dengê min nekin û bêjin: ‘Xudan li te xuya nebû!’”
Lê Mûsa ji Xudan lava kir û got: “Ezbenî ya Reb! Ne duh, ne pêr û ne jî, ji dema tu ji xulamê xwe re dibêjî heta niha, ez ne zilamê peyivînê me. Zimanê min giran e.”
Lê Mûsa ji Xudan re got: “Gelê Îsraêl guhdariya min nake, wê Firewn çawa guhdariya min bike? Ji xwe ez mirovekî bêzar û ziman im!”
Min got: “Wey li min! Ez helak bûm. Çimkî ez zilamekî lêvqirêj im û di nav miletekî lêvqirêj de rûdinim. Lê çavê min Padîşah, Xudanê Karîndar dît.”
Min got: “Ax, ya Reb Xudan! Ez bi rastî nizanim bipeyivim! Çimkî ez hê xort im.”