8 Lê ji wan bixwazin ku bi qasî berê kelpîçan çêkin, hejmara kelpîçan kêm nekin. Çimkî ew tiral in. Loma diqîrin û dibêjin: ‘Em herin û ji Xwedayê xwe re qurban serjê bikin.’
Wî ew dan destê miletan. Yên ku ji wan nefret dikirin, bûn serwer li ser serê wan.
Îcar Misriyan serkar danîn ser wan ku bi suxreya giran eziyetê li wan bikin. Wan ji bo Firewn, Pîtom û Ramsêsê ava kirin ku bajarên embarî bûn.
Firewn got: “Hûn tiral in, tiral! Loma hûn dibêjin: ‘Em herin, ji Xudan re qurban serjê bikin.’
Gava ji karmendên gelê Îsraêl re hat gotin: “Hûnê ji hejmara kelpîçan û karê xwe yê rojane tiştekî kêm nekin,” wan fêm kir ku ew di rewşeke zor de ne.
“Ji bo çêkirina kelpîçan, êdî hûnê kayê nedin gel. Bila ew bi xwe herin û kayê bicivînin.
Barên wan girantir bikin. Hê bêtir bixebitin û guh nedin peyvên derew.”