21 Ji wan re got: “Bila Xudan a ku we kir bibîne û ceza bike! We em di çavê Firewn û peywirdarên wî de rezîl kirin. Ji bo ku me bikujin, we şûrek da destê wan.”
Serayê ji Avram re got: “Ev neheqî ji rûyê te hat serê min. Min cariyeya xwe kir paşila te û gava wê dît ew bizaro ye, wê ez biçûk dîtim. Bila Xudan di navbera min û te de dadger be.”
Aqûb ji Şimûn û ji Lêwî re got: “We Kenanî û Perîzziyên ku li vî welatî rûdinin ji min re kir dijmin û belayek anî serê min. Em hindik in, heke ew hêza xwe li dijî min bikin yek û êrîşî min bikin, ezê bi malbata xwe re tune bibim.”
Gava Emmoniyan dît ku li ber çavê Dawid reş bûne, wan xeber şand Bêt-Rehov û Sovayê. Bîst hezar leşkerên peya yên Aramî, Padîşahê Maexayê û hezar leşkerên wî ji gelê Tovê jî duwanzdeh hezar zilam kirê kirin.
Gava Emmoniyan dît ku li ber çavê Dawid reş bûne, Hanûn û Emmonî, ji bo ku ji xwe re siwar û erebeyên şer kirê bikin, hezar telant zîv şandin Aram-Naharayîm, Aram-Maexa û Sovayê.
Peyama li ser heywanên Negevê: “Di nav welatê tengasî û serêşanê re, Di nav şêrên mê û nêr, Koremar û tîremaran re, Dewlemendiya xwe li ser pişta keran Û xezîneyên xwe li ser pişta deveyan, Ji gelê bi kêrî wan nayê re dibin.
Ezê artêşa bakur ji we dûr bixim Û bişînim diyarê ziwa û bêkes. Ezê kesên li pêş bişînim gola rojhilat Û kesên li paş bişînim Derya Spî. Wê bêhna cendekan bilind bibe, Erê, wê bêhna pîs bilind bibe, Çimkî wan karên mezin ên kirêt kirin.
Bi vî awayî tevahiya gelê Îsraêl bihîst ku Şawûl hêza Filîstî têk biriye û dilê Filîstiyan ji Îsraêliyan dixele. Li ser vê yekê gel li Gîlgalê li dora Şawûl kom bû.