19 Gava ji karmendên gelê Îsraêl re hat gotin: “Hûnê ji hejmara kelpîçan û karê xwe yê rojane tiştekî kêm nekin,” wan fêm kir ku ew di rewşeke zor de ne.
Lê ji wan bixwazin ku bi qasî berê kelpîçan çêkin, hejmara kelpîçan kêm nekin. Çimkî ew tiral in. Loma diqîrin û dibêjin: ‘Em herin û ji Xwedayê xwe re qurban serjê bikin.’
Îcar ez zivirîm û min li hemû zilm û zordariyên li ser rûyê erdê tên kirin nihêrî. Min hêsirên bindestan dîtin, Kesê ku dilê wan aş bike tuneye. Hêz li aliyê zordaran e, Kesê ku li ber dilê wan dide tuneye.
Heke tu dibînî li welatekî zordestî li feqîran tê kirin, heqî û edalet tê binpêkirin, tu li vê yekê şaş nemîne. Çimkî di ser yê bilind de bilindtir heye û di ser wan de jî hê bilindtir hene.