15 Gava karmendên gelê Îsraêl hatin ba Firewn, wan lava kir û got: “Tu çima li xulamên xwe wiha dikî?
Girtî bi hev re bêxem in, Dengê serkarên suxrevan nabihîzin.
Îcar Misriyan serkar danîn ser wan ku bi suxreya giran eziyetê li wan bikin. Wan ji bo Firewn, Pîtom û Ramsêsê ava kirin ku bajarên embarî bûn.
Serkarên suxrevanan ku Firewn danîbûn ser wan li karmendên gelê Îsraêl xist û ji wan re got: “We çima duh û îro, wekî berê kelpîçên ji we dihatin xwestin çênekirin?”
Kayê nadin me û ji me re dibêjin: ‘Kelpîçan çêkin!’ Va ye li xulamên te dixin, lê yê sûcdar gelê te ye.”