14 Serkarên suxrevanan ku Firewn danîbûn ser wan li karmendên gelê Îsraêl xist û ji wan re got: “We çima duh û îro, wekî berê kelpîçên ji we dihatin xwestin çênekirin?”
Loma Reb Xudanê Karîndar wiha dibêje: “Ya gelê min ê li Siyonê rûdine! Ji Aşûriyan netirse ku wekî Misriyan bi gopalan li te xistibûn û bi daran li dijî te rabûbûn.