Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Derketin 39:39 - Kurmanji Încîl

39 gorîgeha tûncîn, serada wê ya tûncîn, destî û hemû taximên wê, teşta wê tevî lingên wê,

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Derketin 39:39
7 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

We rojê padîşah beşê navîn pîroz kir ku li hewşa li ber Mala Xudan bû. Wî qurbanên şewitandinê, pêşkêşiya dexlê û bezê qurbanên aştiyê li wir pêşkêş kirin. Çimkî gorîgeha tûncîn a li hizûra Xudan, têra bicihkirina qurbanên şewitandinê û pêşkêşiya dexlê û bezê qurbanên aştiyê nekir.


“Tê gorîgehê ji dara aqasyayê çargoşe çêkî. Wê dirêjî û berfirehiya wê pênc gaz, bilindahiya wê sê gaz be.


Tê ji bo wê seradekê tûncîn çêkî. Tê xeleka tûnc çêkî ku li her çar kujên wê be.


“Ji bo xweşûştinê teşteke tûncîn çêke, bila lingên wê jî, ji tûnc bin. Tê wê deynî navbera Konê Hevdîtinê û gorîgehê û bi avê dagirî.


Bi wî binikên deriyê Konê Hevdîtinê, gorîgeha tûncîn û serada wê yên tûncîn, hemû taximên gorîgehê,


gorîgeha zêrîn, rûnê kifşkirinê, bixûra bêhnxweş, perdeya deriyê kon,


perdeyên dora hewşê, stûn û binikên wê, perdeya deriyê hewşê û qeytanên wê, girş, hemû taximên xizmetê yên Konê Hevdîtinê,


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ