3 Wan zêr bi awayekî tenik kutan û pehn kirin. Ji bo di nav tayên sor, binevşî û şînê tarî û kitanê tenik honandî de bi kar bînin, têl bi têl bi hosteyî birîn.
Tevahiya mirovên jêhatî yên nav xebatkaran, mesken ji deh perdeyan çêkir. Wan ew bi kitanê tenik honandî û tayên sor, binevşî û şînê tarî çêkirin. Li ser wan jî xerûb bi hosteyî hatin xemilandin.