26 603 550 kesên ku hatibûn hejmartin û emrê wan bîst salî û mezintir bûn, serê kesê bekayek, ango li gorî nîv şekelê Pîrozgehê diket.
Gelê Îsraêl ji xeynî jin û zarokan, bi qasî şeş sed hezar mêrî, ji Ramsêsê ber bi Sûkkotê ve bi peyatî koç kir.
“Gava te hejmara gelê Îsraêl hejmart, wê herkes ji bo canê xwe berdêlê bide Xudan ku gava hejmartinê bela neyê serê wan.
Her kesê ku hatiye hejmartin, wê wekî pêşkêşî, li gorî nîv şekelê Pîrozgehê bide min –şekelê Pîrozgehê bîst gera ye.
Ji bo pîrozgehê û rijandina binikên perdeyan 100 telant zîv hat xebitandin. Ji bo her binikekê telantek, ji bo sed binikî sed telant zîv hat xerckirin.
“Tevahiya civaka Îsraêl li gorî malbat û binemalên wan, her mêrî yek bi yek li gorî navê wan bijmêrin.
Tu û Harûn, hûnê her Îsraêliyê bîst salî û mezintir ê ku diçe şer, li gorî yekîneyên wan bijmêrin.
Hejmara hemûyan 603.550 bû.
Hejmartina gelê Îsraêl ev bû ku li gorî malbatên wan hat kirin. Hejmara hemû yekîneyên artêşgehan 603.550 kes bû.
“Tevahiya civaka Îsraêl, li gorî binemalên wan, her kesê bîst salî û mezintir ê ku dikare şer bike bijmêrin.”
Îsraêliyên ku hatin hejmartin ev bûn. Li ser hev 601.730 kes bûn.
Çaxê ew gihîştin Kefernahûmê, bacgir hatin ba Petrûs û jê pirsîn: «Ma Mamosteyê we baca Perestgehê nade?»