8 Her gava Mûsa diçû kon, hemû gel radibû û heta ku Mûsa diket hundirê kon, herkes li ber deriyê konê xwe disekinî û dêhna xwe didanê.
Mûsa konek hildida, ew li derve, ji artêşgehê hinekî dûr vedida. Navê wir danî “Konê Hevdîtinê.” Kesê bixwesta bi Xudan bişêwiriya, diçû konê hevdîtinê yê li derveyî artêşgehê.
Gava Mûsa diket hundirê kon, stûna ewran dadiket, li ber deriyê kon disekinî û Xudan bi Mûsa re dipeyivî.
Wan xwe ji konên Qorax, Datan û Avîram dûr kir. Datan û Avîram rabûn bi hemû jin û zarokên xwe yên hûr û gir re li ber konan sekinîn.