Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Derketin 33:7 - Kurmanji Încîl

7 Mûsa konek hildida, ew li derve, ji artêşgehê hinekî dûr vedida. Navê wir danî “Konê Hevdîtinê.” Kesê bixwesta bi Xudan bişêwiriya, diçû konê hevdîtinê yê li derveyî artêşgehê.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Derketin 33:7
17 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Di serdema Dawid de, sê salan li ser hev xela hebû. Dawid ji Xudan pirsî. Xudan got: “Şawûl û malbata wî destbixwîn in. Wî Gîvonî dan kuştin.”


Ya Xudan, tu çima wisa dimînî li dûrî, Di demên teng de xwe vedişêrî?


Ya Xudan, te got, «Li rûyê min bigerin» Dilê min ji te re got, «Ez li rûyê te digerim.»


Ya ku çêbû, te dît ya Xudan, bêdeng nemîne, Ya Reb tu ji min dûr nemîne!


Piştre Yîtroyê xezûrê Mûsa qurbanên şewitandinê û qurbanên din ji Xwedê re anîn. Harûn û hemû rîspiyên gelê Îsraêl, ji bo ku bi xezûrê Mûsa re li hizûra Xudan xwarinê bixwin hatin.


Mûsa hat pêşiya xezûrê xwe, li pêş wî deverû çû erdê û ramûsa. Wan li rewşa hev pirsîn û derbasî hundirê kon bûn.


Ji roja derketina Çiyayê Horêvê û pêve, gelê Îsraêl xemlên xwe derxistin.


Her gava Mûsa diçû kon, hemû gel radibû û heta ku Mûsa diket hundirê kon, herkes li ber deriyê konê xwe disekinî û dêhna xwe didanê.


Xudan ji xeraban dûr e, Lê duaya rastan dibihîze.


Ya ku hûn ji Xwedayê we veqetandin, Neheqiyên we ne. Gunehên we rûyê wî ji we veşart Ku ew nebihîze.


Heke zarokên xwe mezin jî bikin, Ezê wan bêzarok bihêlim Ku kesek nemîne. Wey li wan kesan Ku ez wan biterikînim!


Lê li wir, hûnê li Xwedayê xwe Xudan bigerin. Heke hûn bi hemû dilê xwe û bi hemû canê xwe lê bigerin, hûnê wî bibînin.


Ew karbidestê pîrozgehê, yanî konê rastîn e, ku ne mirovan, lê Xudan daniye.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ