1 Xudan ji Mûsa re got: “Rabe ji vî cihî derkeve. Tu û gelê ku te ji welatê Misrê deraniye, herin welatê ku min ji Îbrahîm, Îshaq û Aqûb re sond xwar û got: ‘Ezê wê derê bidim ziriyeta te.’
Bi xerîbî li vê derê bimîne. Ezê bi te re bim û te pîroz bikim. Ezê van hemû herêman bidim te û ziriyeta te. Ezê wê sonda ku min ji bavê te Îbrahîm re xwar bînim cih.
Ûsiv ji birayên xwe re got: “Ez li ber mirinê me. Lê bêguman wê Xwedê were alîkariya we û we ji vî welatî bibe wî welatê ku ji Îbrahîm, Aqûb û Îshaq re soza wê dabû.”
Gava gel dît ku Mûsa ji daketina çiyê bi derengî ket, ew li ba Harûn civiyan. Wan jê re got: “Rabe, îlahekî çêke ku li pêşiya me be. Çimkî em nizanin çi hat serê zilamê ku em ji welatê Misrê deranîn.”
Xulamên xwe Îbrahîm, Îshaq û Îsraêl bi bîr bîne. Te ji wan re bi navê xwe sond xwar û got: ‘Ezê ziriyeta we bi qasî stêrên ezmanan zêde bikim. Ezê tevahiya vî welatê ku min soz dabû bidim ziriyeta we. Wê bibe mîrasa wan a herheyî.’”
Lê min ji we re got: Hûnê axa wan mîras bistînin. Ezê wî welatê ku şîr û hingiv jê diherike bi milkî bidim we. Xwedayê we Xudanê ku hûn ji miletên din veqetandin ez im.
Ma ez ji tevahiya vî gelî re bi zaro mam? Qey min ew anîn dinyayê? Tu dibêjî: ‘Wekî dadikeke ku zarokê berşîr hildigire, wan di hembêza xwe de bibe wê axa ku min ji bav û kalên wan re sond xwariye.’
Va ye min ev welat da ber we. Herin wî welatî ji xwe re bikin milk ku min ji bav û kalên we Îbrahîm, Îshaq û Aqûb re sond xwaribû ku ez bidim ziriyeta wan.’