11 Lê Mûsa ji Xwedê lava kir û got: “Ya Xudan, wê çima hêrsa te li dijî gelê te rabe? Te ew ji welatê Misrê bi hêza xwe ya mezin û bi destê xwe yê hêzdar deranî.
“Loma ji gelê Îsraêl re bêje: ‘Ez Xudan im. Ezê we ji bin barê Misriyan derînim û we ji koletiya wan azad bikim. Ezê bi zendê xwe yê dirêjkirî wan bi giranî ceza bikim û we rizgar bikim.
Ya Xudan, tu ji bo çi me ji riyên xwe averê dikî? Çima tu dilê me hişk dikî ku em ji te netirsin? Ji bo xatirê xulamên xwe, Ji bo eşîrên ku mîrasa te ne bi şûn de were!
Ya Xudan bibîne! Baş binêre, ka te ev anî serê kê! Ma bila jin berê xwe, zarokên hembêza xwe bixwin? Ma bila kahin û pêxember li Pîrozgeha Reb bên kuştin?
Bila kahin û xizmetkarên Xudan, Di navbera eywan û gorîgehê de bigirîn. Bila bêjin: ‘Ya Xudan, li ber gelê xwe bikeve! Mîrasa xwe riswa neke, Bila nebe pêkenoka miletan. Wê çima di nav gelan de bêjin: Ka Xwedayê wan li ku ye?’”
Gel hat ba Mûsa û jê re got: “Me guneh kir. Me gazinên xwe li te û li Xudan kirin. Lavayî Xudan bike ku maran ji nav me rake.” Li ser vê yekê Mûsa ji bo gel lavayî Xudan kir.
“Ez poşman bûm ku min Şawûl kir padîşah. Çimkî êdî ji pey min vegeriya û gotinên min bi cih neanî.” Hêrsa Samûêl rabû û tevahiya şevê hewar û gaziyê xwe bir Xudan.