Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Derketin 31:6 - Kurmanji Încîl

6 Herwiha min Oholîavê kurê Ahîsamakê ku ji eşîra Dan e da kêleka wî. Ji bo karên ku min li te emir kirine pêk bînin, min şehrezayî da hemû kesên jêhatî.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Derketin 31:6
26 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Loma ezê daxwaza te pêk bînim. Ezê şehrezayî û fêmdariyeke wisa bidim te ku heta niha nehatiye dîtin û wê ji niha pêve jî neyê dîtin.


Tê ji wan hemû kesên ku min jêhatîbûn daye wan re bêjî ku ji Harûn re kincan çêkin ku wî bi kahintiya min pîroz bikin.


û di karên birîn û pêvekirina keviran, necarî û her cure hostiyê de bixebite.


“Wê hemû kesên jêhatî yên nav we bên û her tiştên ku Xudan emir kiriye bikin;


Herwiha Xudan daxwaza hînkirinê xist dilê wî û Oholîavê kurê Ahîsamakê Danî.


Wî dilê wan bi şehrezayî tije kir ku ew di her karê ku hosteyî jê re dixwaze de, di karê necarî, di karê çêkirina rîsê tayên sor, binevşî û şînê tarî û kitanê tenik de, di karê honandin û nexişandinê de, di her cure hostiyê de afirîner bin.


Mûsa ji tevahiya civaka Îsraêl re got: “Tiştên ku Xudan emir kiriye ev in:


Tevahiya mirovên jêhatî yên nav xebatkaran, mesken ji deh perdeyan çêkir. Wan ew bi kitanê tenik honandî û tayên sor, binevşî û şînê tarî çêkirin. Li ser wan jî xerûb bi hosteyî hatin xemilandin.


Oholîavê kurê Ahîsamakê ji eşîra Dan jî jê re bû alîkar. Ew necar, di rîsê tayên sor, binevşî û şînê tarî û kitanê tenik de nexişkarekî hoste bû.


Mûsa û Harûnê ku Xudan ji wan re got: “Gelê Îsraêl ref bi ref ji welatê Misrê derînin” ev bûn.


Piştî vê yekê Xudan heftê şagirtên din jî hilbijartin û ew dido dido li pêşiya xwe şandin her bajar û her cihê ku ew bi xwe wê biçûyayê.


Çaxê ku ev diperizîn Xudan û rojî digirtin, Ruhê Pîroz got: «Barnabas û Şawûl ji bo wî karê ku min gazî wan kiriye, veqetînin.»


Eger şehrezayiya yekî ji we kêm be, bila ji Xwedayê ku bi camerî dide hemûyan û lê nahile, bixwaze û wê ji wî re bê dayîn.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ