18 Gava Xwedê li Çiyayê Sînayê gotinên xwe bi Mûsa re xilas kirin, wî du lewheyên kevirîn ên şahidiyê ku Xwedê bi tiliya xwe li ser wan nivîsîbûn dan wî.
Wî kurê padîşah derxist derve, tac danî serê wî û Şerîet spart wî. Wan ew kir padîşah. Yehoyada û kurên wî ew rûn kir, li çepikan xist û got: “Her bijî padîşah!”
Xudan ji Mûsa re got: “Tu hilkişe çiyê, were ba min û li vir bimîne. Ezê lewheyên kevirîn ên ku min ji bo hînkirinê emir û şerîet li ser nivîsandine, bidim te.”
Lê gotina Xudan ev e: “Peymana ku ezê piştî wan rojan bi Mala Îsraêl re çêkim, ev e: Ezê Şerîeta xwe bixim nav wan û li ser dilê wan binivîsim. Ezê bibim Xwedayê wan û wê bibin gelê min.
Diyar e ku hûn nameyeke Mesîh in, ku bi xizmeta me hatiye amadekirin. Ew ne bi hibrê, lê bi Ruhê Xwedayê jîndar, ne li ser nivîsdekên kevirîn, lê li ser nivîsdekên dil ên ji goşt hatiye nivîsîn.
“Xudan ev gotin li çiyê, ji nav êgir, ji nav ewr û tariya kûr, ji tevahiya civaka we re bi dengekî bilind gotin. Wî tiştekî din lê zêde nekir. Wî ev gotin li ser du lewheyên kevirîn nivîsîn û dan min.
Gorîgeha zêrîn ya şewitandina bixûrê û Sindoqa Peymanê ya ku ji her aliyî ve zêrkirî bû tê de bûn. Di hundirê sindoqê de şerbikê Manna yê zêrîn, şivdarê Harûn ê bişkivî û nivîsdekên Peymanê hebûn.