Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Derketin 30:10 - Kurmanji Încîl

10 Wê Harûn salê carekê paqijî û kefareta qiloçên gorîgehê bike. Wê Harûn û ziriyeta wî, di nav nifşên we de salê carekê, bi xwîna pêşkêşiya paqijiyê ku hatiye pêşkêşkirin, gorîgehê paqij bikin. Ev ji Xudan re bi zêdebarî pîroz e.”

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Derketin 30:10
18 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Adoniya ji Silêman tirsiya, çû xwe li qiloçên gorîgehê girt.


Lê Harûn û kurên wî, li gorî her tiştê ku Mûsayê xulamê Xwedê emir kiriye, li ser gorîgeha qurbana şewitandinê û gorîgeha bixûrê pêşkêş kirin û hemû xizmeta Cihê Herî Pîroz kirin ku ji bo gelê Îsraêl kefaretê bidin.


Hûnê li ser gorîgehê bixûreke din, qurbana şewitandinê yan pêşkêşiya dexlê pêşkêş nekin û pêşkêşiya rijandinê nerijînin.


Bi vî awayî wê di ber qirêjiyên gelê Îsraêl de, di ber guneh û neheqiyên wan de, ji bo Cihê Herî Pîroz kefaretê bide. Wê ji bo Konê Hevdîtinê vê bike, çimkî di nava qirêjiyên mirovan de dimîne.


Paşê wê Harûn derkeve here gorîgeha ku li hizûra Xudan e û ji bo wê kefaretê bide. Wê ji xwîna conegê û ji xwîna nêrî hilde û seredor di qiloçên gorîgehê de bide.


Xudan ji Mûsa re got: “Ji kekê xwe Harûn re bêje bila herdem neçe Cihê Herî Pîroz. Heke herdem pişt perdeyê û nêzîkî derxûnê ku li ser Sindoqa Peymanê ye biçe, wê bimire. Çimkî ez li ser derxûn, di nav ewran de xuya dibim.


“Roja dehê meha heftan jî roja kefaretê ye. Hûnê civîneke pîroz çêkin û hûnê dev ji nefsa xwe berdin. Hûnê pêşkêşiya şewitandinê pêşkêşî Xudan bikin.


Wê xwînê li kon, li qiloçên gorîgeha hizûra Xudan bixe. Wê xwîna mayî ya conegê li erdê gorîgeha qurbana şewitandinê ya li ber deriyê Konê Hevdîtinê birijîne.


Piştre wê kahin li Konê Hevdîtinê, li hizûra Xudan xwînê li qiloçên gorîgehê bixûra bêhnxweş bixe. Wê xwîna mayî ya conegê li erdê gorîgeha qurbana şewitandinê ya li ber deriyê Konê Hevdîtinê birijîne.


Ew şewqa rûmeta Xwedê û xuyabûna rastîn a cewhera wî ye. Ew her tiştî bi peyva xwe ya hêzdar hildigire. Piştî ku wî paqijbûna gunehan pêkanî, ew li jorê, li milê Yê Mezin ê rastê rûnişt.


Serokkahîn her sal carekê bi xwîna ku ne ya wî ye dikeve Cihê Herî Pîroz, lê belê Mesîh neketê ku xwe gelek caran pêşkêş bike.


Lê heçî beşê hundir e, salê carekê bi tenê Serokkahîn dikeve wî. Lê bêyî wê xwîna ku di ber wî û di ber gunehên gel ên bêhemdî de tê pêşkêşkirin, ew jî nikare bikeve wî.


Û milyaketê şeşan li boriyê xist û min dengek ji çar strûhên Gorîgeha zêrîn ya ku li ber Xwedê bû, bihîst.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ