13 Mûsa ji Xwedê re got: “Gava ez herim ba gelê Îsraêl û ji wan re bêjim: ‘Xwedayê bav û kalên we ez şandim’ û ew ji min re bêjin: ‘Navê wî çi ye?’ wê gavê ezê ji wan re çi bêjim?”
Xwedê ji Mûsa re got: “Tê ji gelê Îsraêl re wiha bêjî: ‘Xwedayê bav û kalên we, Xwedayê Îbrahîm, Xwedayê Îshaq û Xwedayê Aqûb Yahwe ez şandim ba we.’ Navê min her û her ev e. Nifş bi nifş ezê wiha bêm bibîranîn.
Kî çû ezmanan û dîsa berjêr hat? Kê bayê di kulma xwe de civand? Kê av bi xiftanekî pêça? Kê tevahiya binê dinyayê danî? Navê wî çi ye? Navê kurê wî çi ye? Gelo tu zanî?
Çimkî wê zarokek ji me re çêbe, Wê kurek ji me re bê dayîn. Wê serwerî li ser milê wî be. Wê navê wî Şêwirmendê Nûwazekar, Xwedayê Karîndar, Bavê Herheyiyê, Mîrê Aştiyê be.
‹Xwedayê Birahîm, Xwedayê Îshaq û Xwedayê Aqûb, Xwedayê bav û kalên me›, Xizmetkarê xwe Îsa bi rûmet kir. We ew da dest û li ber Pîlatos înkar kir, bi ser ku wî biryar dabû ku Îsa berde.
Jinik çû ba mêrê xwe û jê re got: “Zilamekî Xwedê li min xuya bû ku sûretê wî wekî milyaketekî Xwedê biheybet bû. Min jê nepirsî ka ji ku hatiye û wî navê xwe jî negot.