Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Derketin 28:8 - Kurmanji Încîl

8 Wê şerîda bi hosteyî ya li ser êfodê, ji heman hosteyî û tiştan bê çêkirin. Wê wekî perçeyekî êfodê, bi şeridên zêrkirî, tayên sor, binevşî û şînê tarî û kitanê tenik honandî bê çêkirin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Derketin 28:8
10 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Wê di du kujên wî de cihê du sermilan hebe ku bi hev ve bê danîn.


Tê du kevirên onîks hilînî û li ser wan navên kurên Îsraêl,


Tê kincan hilînî û mîntan, xiftanê êfodê, êfod û bersing li Harûn bikî. Tê şerîda êfodê ya ku bi hosteyî hatiye honandin girê bidî.


Şerîda bi hosteyî ya li ser êfodê, ji aliyê heman hosteyî û bi heman tiştan hatibû çêkirin. Ew bi şeridên zêrkirî, tayên sor, binevşî û şînê tarî û kitanê tenik honandî bû, çawa ku Xudan li Mûsa emir kiribû.


Wê piştênka pişta wî edalet, Kembera nava wî dilsozî be.


Wî mîntan li Harûn kir, şûtik li pişta wî girê da, xiftan lê kir û êfod da ser. Bi şerîda êfodê ya ku bi hosteyî hatiye honandin girê da.


Ji ber vê yekê li ser hişê xwe bin, amade û hişyar bin. Hemû hêviya xwe bi wê keremê ve girê bidin, ku hûnê bi xuyabûna Îsa Mesîh bistînin.


Di navenda çiradankan de min yek dît ku mîna Kurê Mirov bû, cilek heta bi lingan dirêj wergirtibû û kembereke zêrîn li singê wî girêdayî bû.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ