4 Kincên ku wê çêkin ev in: Bersing, êfod, xiftan, mîntanê binexş, şaşik û şûtik. Ji bo ku ji min re kahintiyê bikin wê ji kekê te Harûn û kurên wî re van kincên pîroz çêkin.
Di dîtiniya ku min dît de hesp û siwarên wan bi vî awayî xuya dibûn: Zirxên wan hebûn ku bi rengê êgir, yaqûtê ezmanî û kewkurtê bûn. Serê hespên wan wek serê şêran bû. Ji devê wan agir, dûman û kewkurt derdiket.
Li ser vê yekê padîşah, emir da Doêg û got: “Tu here kahinan bikuje.” Doêgê Edomî jî çû kahin kuştin. Wê rojê Doêg, heştê û pênc kesên ku kirasê kahintiyê yê kitan li wan bûn kuştin.