12 Tê herdu keviran, ji bo kurên Îsraêl wekî kevirên bîranînê deynî ser sermilên êfodê. Wê Harûn navên wan, li hizûra Xudan li ser herdu sermilên xwe hilgire.
Ev, wê li ser destê we wekî nîşanekê, li ser eniya we wekî nîşaneke bîranînê bimîne ku Şerîeta Xudan li ser zimanê we be. Çimkî Xudan bi destê xwe yê hêzdar hûn ji Misrê deranîn.
“Gava Harûn dikeve Cihê Pîroz, wê navên kurên Îsraêl li ser dilê xwe hilgire ku li ser bersingê biryarê nivîsandiye. Bi vî awayî ez Xudan, ezê gelê xwe hergav bi bîr bînim.
Çimkî wê zarokek ji me re çêbe, Wê kurek ji me re bê dayîn. Wê serwerî li ser milê wî be. Wê navê wî Şêwirmendê Nûwazekar, Xwedayê Karîndar, Bavê Herheyiyê, Mîrê Aştiyê be.
Çawa ku Xudan bi riya Mûsa gotiye, ev yek ji bo gelê Îsraêl bû bîranîneke ku kesekî ne ji ziriyeta Harûn e nêzîk nebe û li ber Xudan bixûrê pênexe û ya ku hatiye serê Qorax û alîgirên wî neyê serê wî jî.
Wî çaxî hûnê ji wan re bêjin: ‘Çemê Şerîayê li ber Sindoqa Peymana Xudan hat birîn. Erê gava Sindoqa Peymanê derbas dibû, av hat birîn. Ev kevir wê her û her ji bo gelê Îsraêl bîranîna vê yekê bin.’”