7 Wê destî li xelekan bên xistin ku gava gorîgeh bê hilgirtin, li herdu kêlekan bin.
Tê destiyan ji dara aqasyayê çêkî û wan bi zêr kiras bikî. Wê mase bi wan bê hildan.
Tê ji bo gorîgehê ji dara aqasyayê destiyan çêkî û bi tûnc kiras bikî.
Tê li herdu kêlekên wê, li bin toqa wê du xelekên zêrîn çêkî. Wê ji bo derbaskirina destiyên hilgirtina gorîgehê bin.
“Gava artêşgeh bi rê dikeve, piştî Harûn û kurên xwe karê nixamtina Pîrozgehê û hemû taximên wê qedandin, wê Qohatî ji bo hilgirtina wê werin. Lê wê dest nedin tiştên pîroz ku nemirin. Barên Konê Hevdîtinê yên ku Qohatî hilgirin, ev in.