20 “Tê li gelê Îsraêl emir bikî, bila zeyta xas a ji zeytûnên karê destan ji te re bînin ku ronahiya qendîlê hergav pêxistî bimîne.
Li pêş dijminên min tu ji min re datînî sifrê, Û tu bi rûn dikî serê min, Difûre kasa min.
zeyta qendîlan, biharatên rûnê kifşkirinê û bixûra bêhnxweş,
Wê hemû taximên ji bo hemû xizmetên meskên, tevî hemû singên meskên û hewşê wê ji tûnc bin.
biharat, rûnê zeyta qendîlan, kifşkirin û bixûra bêhnxweş anîn.
şamdanka ji zêrê xas tevî qendîlên wê ku tên rêzkirin û taximên wê, zeyta qendîlan,
Tê maseyê bînî hundir û tiştên li ser wê rêz bikî. Tê şamdankê bînî hundir û qendîlên wê bi cih bikî.
Ev in ew herdu darên zeytûnan û herdu şamdankên ku li ber Xudanê dinyayê disekinin.
“Darzeytûnê ji wan re got: ‘Ma ez dev ji rûnê xwe berdim ku îlah û mirov pê tên birûmetkirin? Ma ez herim û xwe li ser daran bihejînim?’
Qendîla Xwedê hê netefiyabû. Samûêl li Perestgeha Xudan ku Sindoqa Xwedê bû, radiza.