18 Wê dirêjahiya hewşê sed gaz, berfirehiya wê ji her aliyî ve pêncî gaz û bilindahiya wê pênc gaz be. Wê perde ji kitanê tenik honandî bin, binik ji tûnc bin.
“Tê mesken ji deh perdeyên kitanê tenik honandî û tayên sor, binevşî û şînê tarî çêkî. Tê ser wan xerûbên bi hosteyî hatibe xemilandin çêkî.
Hemû stûnên li dora hewşê wê bi çemberên zîv bên pêçan. Wê çengelên wan ji zîv, binikên wan ji tûnc bin.
Wê hemû taximên ji bo hemû xizmetên meskên, tevî hemû singên meskên û hewşê wê ji tûnc bin.