12 “Wê li aliyê rojavayê hewşê perde hebin ku dirêjahiya wê pêncî gaz e. Wê deh stûn û deh binik jî hebin.
Tê çil binikên zîv çêkî ku di bin her çîtê de bin. Wê ji bo herdu çîtan, du bizmik hebin.
Herwiha ji bo aliyê bakur, wê perdeyên dirêjahiya sed gaz hebin. Wê bîst stûn û bîst binikên wan ji tûnc, çengelên stûnan û bistên wan ji zîv bin.
Wê berfirehiya aliyê hewşê yê ku li rojhilat dinêre pêncî gaz be.
ji perdeyên dora hewşê, ji perdeya deriyê hewşa meskên û gorîgehê, qeytanan û her xizmeta van taximan bibûya.