5 Tê di perdeyekê de pêncî qulpikan vekî û di keviya perdeya desteya din de jî pêncî qulpikên din vekî. Wê qulpik li pêşberî hev bin.
Tê li keviya perdeya herî paşî ya desteya pêşî, qulpikên şînê tarî vekî. Tê li keviya desteya din jî wisa bikî.
Tê pêncî qopçeyên zêrîn çêkî û perdeyan bi qopçeyan bi hev ve deynî. Bi vî awayî wê mesken bibe yek perçe.
Wî di perdeyekê de pêncî qulpik vekirin û di keviya perdeya desteya din de jî pêncî qulpikên din vekirin. Qulpik li pêşberî hev bûn.