12 Tê ji bo wê çar xelekên zêrîn birijînî û wan li her çar lingên wê bixî, du xelek li kêlekekê, du xelekên din jî li kêleka din.
Tê hundir û derveyî wê bi zêrê xas kiras bikî. Tê toqeke zêrîn bavêjî dora wê.
Tê ji dara aqasyayê destiyan çêkî û wan bi zêr kiras bikî.
Wê destî di xelekên sindoqê de bimînin, jê neyên derxistin.
Tê ji bo maseyê çar xelekên zêrîn çêkî û li ser çar lingan deynî ser çar kujan.
Tê çîtan bi zêr kiras bikî û xelekên ku girş tê re derbas dibin ji zêr çêkî. Tê girşan jî bi zêr kiras bikî.
Wê destî li xelekan bên xistin ku gava gorîgeh bê hilgirtin, li herdu kêlekan bin.
Ji bo hilgirtina sindoqê, wî destî di xelekên kêlekên sindoqê re derbas kirin.
Ji bo hilgirtina gorîgehê, wî destî li xelekên kêlekan xist. Wî gorîgeh ji textikan çêkir ku hundirê wê vala be.
Du malikên zêr û du xelekên zêrîn çêkirin û herdu xelek danîn ser du kujên bersing.