Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Derketin 22:31 - Kurmanji Încîl

31 “Hûnê bibin gelê min ê pîroz. Hûnê goştê li çolê nexwin ku ji aliyê heywanan ve hatiye perçekirin. Hûnê wî bavêjin ber kûçikan.”

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Derketin 22:31
14 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Wan ji bo xwe û kurên xwe, keçên wan anîn. Ziriyeta pîroz bi gelên welatên derdorê re tevlihev bû. Di vê nedilsoziyê de destê serek û peywirdaran hebû.”


“Bi tevahiya civaka Îsraêl re bipeyive û ji wan re bêje: ‘Pîroz bin, çimkî ez Xwedayê we Xudan pîroz im.


“‘Hûnê heywanê qirêj ji heywanê paqij û çivîka qirêj ji çivîka paqij veqetînin. Hûnê xwe bi heywanan, bi çivîkan an bi afirîdên bi erdê ve dişêlin ve kirêt nekin ku min ji bo we qirêj dihesibîne.


Wê ji laşê heywanên çolê yê ku mirî hatiye dîtin an ji aliyê heywanên din ve hatiye perçekirin nexwe û bi vî awayî xwe qirêj neke. Ez Xudan im.


Bezê termê heywanê ku ji ber xwe miriye yan ji aliyê heywanên çolê ve hatiye perçekirin dikare ji bo karekî bê xebitandin lê hûnê esse nexwin.


Lê Petrûs got: «Ev ji min dûr be, ya Xudan; çimkî min tu caran tiştên murdar an heram nexwarine.»


Lê em ji wan re binivîsin ku xwe ji tiştên ku bi pêşkêşkirina ji pûtan re murdar bûne, ji fuhûşiyê, ji heywanên mirar û ji xwînê dûr bixin.


“Hûnê tu heywanê mirar nexwin. Ji bo ku wî goştî bixwe, hûn dikarin bidin xerîbekî ku li bajarên we dijî yan hûn dikarin bifiroşin kesekî biyanî. Çimkî hûn ji bo Xwedayê xwe Xudan miletekî pîroz in. “Hûnê karikê, li ber şîrê diya wî nekelînin.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ