11 wê kesê emanet standiye bi navê Xudan sond bixwe ku wî dest neavêtiye malê wî. Wê xweyê malî vê sondê qebûl bike û wê bergîdan neyê dayîn.
“Gava kesek ker, ga, pez an heywanekî din emanetî cîranê xwe bike û ew heywan bimire, zirar bibîne yan jî bêyî ku kes bibîne bê dizîn,
Lê heke bi rastî jî malê li ba wî hatibe dizîn, wê bergîdanê bide xweyî û aştiyê bike.
Lê heke diz neyê girtin, wê xweyê malê derxin hizûra Xwedê ku bê zanîn ka cîranê wî dest daye tiştên wî yan na.
“Tê xebera derew negerînî. Tê bi şahidiya zordariyê ji yê xerab re nebî alîgir.
Neke ku ez têr bim, te înkar bikim û bêjim: “Xudan kî ye?” Ne jî bike ku ez feqîr bim, bidizim Û navê Xwedayê xwe xerab bikim.
Şîreta min li te: Ji ber sonda ku te li ber Xwedê xwar, emrê padîşah pêk bîne.
“‘Heke kesek li ser naletkirina tiştekî şahidî kiribe, dîtibe yan zanibe lê tu tiştî nebêje, wê ew kes gunehkar bê hesibandin û divê bê cezakirin.
yan tiştekî windabûyî bibîne û derewan bike, bi derewan sond bixwe, ango ji van sûcên ku mirov dikin yekî bike,
Erê, mirov bi yekî ku ji wan mezintir e, sond dixwin; sond ji bo bawerîanînê dawiya her devjeniyê tîne.