31 Heke ga bi qiloçên xwe li kurikekî yan li keçikekê bixe û bikuje, wê li gorî heman rêbazê bê kirin.
“Gava gayek bi qiloçên xwe li mêr an jinekê bixe û bikuje, divê ew ga bê kevirkirin. Wê goştê wî neyê xwarin lê xweyê ga bêsûc be.
Lê heke ji xweyê ga berdêlek bê xwestin, divê hemû berdêla jê tê xwestin bide û canê xwe rizgar bike.
Heke ga bi qiloçên xwe li koleyekî yan jî li koleyekê bixe û bikuje, wê xweyê gê sî şekel zîv bide xweyê wî û ga jî bê kevirkirin.
Ew sekinî û erd hejand, Bi awirê xwe milet lerizandin. Çiyayên qedîm tarûmar bûn, Girên herheyî tewiyan, Riyên Xwedê qet naguherin.